Me pir pembû ber hev kir. Me li kêlekê kom kir, xistine çewalên pir mezin. Axa li wî aliyê zeviyê firingiyên pelizî dane çandin, ji bo paleyên wî bixwin. Firingiyên pelizî naşibine firingiyên dinê. Hûrik in, mîna findiqê, mîna gûzê, dema mirov rajê di dest de dibe cirt û diteqe. Min kulmek ber hev kir. Diya min xiste nav girara êvarî. Îsotê sor jî pê dakir. Me kevçî lê xist, me kevçî lê xist. Her mirov, li pey nanê xwe digere. Geza nên, carinan di binê ava kûr de ye, carinan dikeve nav agirê sor. Carinan li nav deşta fireh de ye, carinan li serê çiyayên bilind. Geza nên vê carê jî bûye pembû, pembûyê reş...