Masiyê Reş ê Piçûk, ji ber ku tava heyvê nedigihişte hêlîna wan, her tim xemgîn dibû. Dilê wê yê piçûk her tim bi hesreta ronî û ronahiyê tije bû. Li her cihê ku derbas dibû, tiştine nipînû fêr dibû. Dema di şîpan de, ligel herikînê ber bi jêr ve diçû, bikêf û xweşiyê, xwe digindirand. Tîna rojê ya şewat di pelikên xwe de hîs dikir û her roj hinî din bihêz dibû. Di jiyana her candarî de, tarî xemgîni ye, ronahî jî dilşadî ye her weha, ji serî heta dawiyê, jiyan pêvajoya fêrbûnê ye. Fêrbûn jî, her tim hêzê dide mirov...