Xeyaletetek li Ewropayê digere: Xeyaleta Komunîzmê. Hemû desthilatdarên Ewropaya kevn -Papa û Çar, Metternîck û Guîzat, Radîkalên Fransiz û sîxurên polîsên Alman- di navbera xwe de tifaqeke pîroz çêkirin, da ku vê spêleyê biqewitînin. Ma partiyeke muxalîf heye ku ji aliyê dijberên xwe yên desthilatdar ve wekî komunîst nehatibe tawanbar kirin? Û partiyeke muxalîf heye ku wê mora komunîstiyê hem ji partiyên dijber ên ji xwe zêdetir pêşketî re hem jî ji neyarên xwe yên paşverû re bi berepaş ve nepekandibe? Ji vê rastiyê du encam derdikevin holê: 1. Komunîzm ji niha ve ji aliyê hemû desthiladarên Ewropayê ve wekî hêzekê tê pejirandin. 2. Êdî wextê wê yekê ye ku divê komunîst dîtin, raman, armanc û dilxweziyên xwe li ber hemû cîhanê bi awayekî aşkere biweşînin bi manîfestoyeke partiya xwe bersiva vê çîroka spêleya Komunîzmê bidin.